Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîra Almanyayê Angela Merkel Serdana Îsraîlê Dike


Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benett Û Serwokwezîra Îsraîlê Angela Merkel li Qodisê/ Orşelîm.
Serokwezîrê Îsraîlê Naftali Benett Û Serwokwezîra Îsraîlê Angela Merkel li Qodisê/ Orşelîm.

Merkel di gera xatirxwestinê de ya ku bi serdanekê li Îsraîlê bû got, ewlehİya Îsraîlê dê pêşeng bimîne.

Serokvezîra Almanyayê Angela Merkel got ku ewlehîya Îsraîlê dê ji bo "her hukumeta Alman" pêşengiyek sereke bimîne, di gera xatirxwestinê da ya li dewleta Cihûyan roja Yekşemê nêzîkî dawîya 16 saliya erka xwê.

Merkel, berê ku dest ji siyasetê berde, cara heştemîn û ya dawîn wekî serokwezîrçû Îsraîlê, berî ku serdana bîrînanaHolokosta Orşelîmê, Yad Vashem bike, digel Serokwezîr Naftali Bennett hevdîtin pêk îna.

"Piştî tawanên li dijî mirovahiyê yên Shoah (Holocaust), pêkan bû ku têkiliyan serûnû digel Almanyayê danîn," Merkelê got dema li rex Bennett sekinî.

"Ez dixwazim vê derfetê bikar bînim da ku tekez bikim ku mijara ewlehiya Îsraîlê dê her dem girîngiyek navendî û mijarek bingehîn ya her hukumeta Alman be."

Bennett got pêwendiya di navbera her du welatan "çi cararan bihêztir nebûne" û pesna Merkelê da jibo piştgirîya wê bo Îsraîlê.

Berî serdanê, Bennett got ku tê çaverê kirin ku ew û rêbera Alman li ser ewlehîya herêmê û "bi taybetî pirsa navokî ya Îranê" dê gotûbêjan bikin.

XS
SM
MD
LG