Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Avahiyê 13 Qatî li Taiwanê Şewat Derket Herî Kêm 14 Kes Mirin


Taiwan, avahîyê rastî şewatê hatî
Taiwan, avahîyê rastî şewatê hatî

Piştî şeva Pêncşemê şewatek li avahîyek 13 qatî li başûrê Taywanê derketî, 14 kes mirin û 51 kesên din jî birîndar bûn.

Li gorî daxuyanîya Daîreya Agirkujîyê ya Kaohsiung, şewat "gelek dijwar" bû, û gelek qatên avahiyê hilweşandin.

Sedema şewatê hêşta jî ne diyar e, lê tîmên agirkujiyê diyar kirin ku agir bi taybetî li cihên ku gelek tişt lê kom bûne bilind dibe.

Li gorî daxuyaniyek fermî, avahî nêzîkî 40 salî ye û di binê vê da dikan di ser da jî apartman hene .

Xebatkarên agirkujîyê sibeha Pêncşemê xebatên lêgerîn û rizgarkirinê didomandin da ku kesên sax peyda bikin

XS
SM
MD
LG