Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Êrişa Kujer ya bi Tîr û Kevanan li Norweçê


Kesekî çekdar bi tîr û kevan 5 kes kuştin û yên din jî birîndar kirin roja Çarşemê li bajarê Kongsberg yê Norwecê.

Êrîş li ser "cihek berfireh" a başûrê rojhilatê bajarokê 26,000 kesî pêk hat, ku nêzîkî 70 kîlometreyan li derveyî paytext Oslo ye.

Polîs dibêje du kesên din jî birîndar bûn, di nav wan de polîsek ku ne ser kar bû heye.

Gumanbar piştî nîv katjimêran ji destpêkirina êrîşê hat girtin.

Piştî êrîşan, rêveberîya polîsan got ku wan yekser ferman daye efseran li seranserê welatî ku çekan hilgirin. Polîsên Norwêcî bi giştî bê çek in lê dema ku pêwîst bike çekan dihilgirin.

Hejmara kuştîyan ji sala 2011an êreve ya herî xirab e li Norwêcê, dema ku tundrêyê rastgir Anders Behring Breivikî 77 kes kuştin, ku piraniya wan xort bûn li kampeka ciwanan.

XS
SM
MD
LG