Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lêkolîna Kanada Ji Gîrokirina Doza Vaksîna Duyemîn Sûdê Dibîne


Biryara rayedarên Kanadayî ku bi vaksînek berdest ya COVID 19ê hindî ji destê wan bêt gelek mirovan derzî bikin û paşî heta çêkirina doza duyem demê dirêj bikin dîyar e ku encamên baş dide.

Daneyên nû yên ku ji alîyê Navenda Kontrolkirina Nexweşan ya British Columbia û Enstîtuya Netewî ya Tenduristîya Gel ya Quebecê ve hatine berhev kirin stratejîya karînana yekem derziya berdest ji bo doza duyemîn, heke wekî cûreya doza yekem jî nebe, gelek bi bandor bûye û jîyan rizgar kirine.

Pfizer, Moderna û AstraZeneca hemî di navbera her du dozan da 21 heta 28 rojan pêşniyar dikin. Tecrubeya Kanadayê nîşan dike ku parastin hêşta xurtir e piştî navbereka şeş-heftîyan.

Ji bo derziya Pfizer, ev bandor ji sedî 82ê bû piştî navberek sê heta çar-heftîyan, lê piştî navberaka 4 mehan ya doza xurtker anjî doza duyem ew bandor heta ji sedî 93ê bilind bû.

Lêkolîn her wiha nîşan dide ku du dozên derziya AstraZeneca ji vaksînên mRNA yên Pfizer û Moderna kêmtir parastin didin. Lê, yên ku mRNA wekî dozek xurtker li xwe dane xwedî heman parastinê ne wekî ku wan du doz ji heman vaksînê wergirtî, herçend doza wan ya yekem AstraZeneca be jî.

Hate dîtin ku her sê vaksîn ji sedî 90ê zêdetir bi bandor in û yên ku wan vaksînan li xwe didin nakevin nexweşxaneyan bi nexweşîya COVID -19ê.

Li seranserê pandemiyê, Dr Bonnie Henry, efsera tenduristiyê yaparêzgeha Kanadayî ya British Columbia, teşwîqa dozên yekemkir ku bi zûtirîn dem bihêne kirin – û got xem nîn e heke doza duyemîn ji vaksînek cûda be.

Bi giştî, ew dibêje ezmûna Kanadayê dikare bo seranserê cîhanê nêrînan dabîn bike.

Dr. Bonnie Henry bi berdevam’ got "Em naxwazin ku welat neçar bimînin û li benda doza bin heta ku hilberîner bikarin parastina pêwîst bidin xelkî dema ku nexweşî li welatên din belav dibe, bo mînak me ew li Hindistanê dît. Vêca, bi rastî gelek girîng e ku li seranserê cîhanê em bikarin her vaksîneka berdest heyî bikarbînîn da ku xelkî baş biparêzîn."

Joan Robinson, doxtorê nexweşîya enfeksiyonên zarokan û profesorê Zanîngeha Alberta û Nexweşxaneya Zarokan ya Stollery li Edmonton, dibêje zêdekirina demê di navbera dozan da dikare jibo dema dirêj baş be li deverên astên vîrûsa koronayê lê aram anjî nizm.

Lê, Robinson dibêje jibo dema kurtkêmasîyek heye, bi taybetî li deverên ku tûşbûyên COVID-19ê lê gelek zêde hene.

"Ji ber vê yekê Joan Robinson dibêje derengîya di navbera doza yekem û ya duyem da, şansê we pirtir e ku hûn tûşê COVID-19ê bibin ji ya ku heke we doza duyem zûtir li xwe dabe.

Bê guman bi varyasyona deltayê, mirov pê dihese ku yek doz kêm bandor e. "

Doxtor Brian Conway, doxtorê rêvebir yê Navenda Nexweşiyên Enfeksiyonê ya Vancouver, dibêje jibo welatên li çaraliyê cîhanê ku pirsgirêka peydakirina vaksînan heye, dane destnîşan dikin ku bi derengxistina doza duyemîn di bandorbûnê da çi kêmasî çênabe. Lê, ew derbarê derengîyek gelek zêde jî hişyarîyê dide û dibêje:

"Ez bêjim ku daneyên ji Quebec û British Columbia dîyar dikin ku heke doza duyemîn dereng bimîne, bandor tê parastin, lê pêwîst e hûn doza duyem gelek gelek nedin paş jiber ku bandora vaksînê bi taybetî piştî tenê dozekî dê kêm bibe.”

Encamên lêkolînerên li British Columbia û Quebec, ku bi hezar kîlometreyan ji hev dûr in, hema hema yek in.

Ev daneyên herî dawîn yên ji Kanada bi berfirehî nehatine weşandin anjî nirxandin, lê lêkolîneran zû agahî ragihandin da ku di zûtirîn dem da li seranserê cîhanê belav bibe.

Gîrokirina Vaksîna Duyem
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:44 0:00
Direct link


XS
SM
MD
LG