Ji ber barana zêde lêser û lêmişt rabûn li eyaleta Kerala ya Hîndîstanê û mal û canê mirovan winda bûn û jiyana normal ravesta.
Li gorî agahiyan, herî kêm 15 kes mirine li navçeya Kottayam û Idukki jiber lehî û lêmişt û qulîpîna axê.
Operasyonên rizgarkirinê ji alîyê artêşa Hindistanê ve li deverên bandorbûyî didomin.
Li navçeya Pathanamthitta, ava ku ji çemê Pampa diherikî ket xaniyên li deverên derdorê dema ku li bajarê Kochi, zevî, dikan û xanî bin avê ketin.
Xwedanê firoşgehekê ewro got av rabûn û piranîya tiştên me zerer dîtin. Me hinek sevze wekî pîyazan xelas kirin lê piranîya tiştên me wêran bûn.
Eyalet di heman demê de bû qurbana lehiyên herî xirab di sala 2018 -an ku herî kêm 400 kes kuştin û dora 200,000 jî koç kir.
Barana salane li Hindistanê girîng e jiber ku baran bo du ji sêyan nifûsa Hindistanê ya 1.3 mîlyar li herêmên gundan dijîn û çandiniyê dikin pêwîst e. Lê, barana zêde dibe sedema pirsgirêkên wekî lehî, lêmiştan û qulîpîna axê, û nexweşiyên ku ji avê derdikevin.