Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Partîya Keskan ya Almanya Balê Dikşîne ser Keşûheway di Hikumeta Nû da


Hevserokê Keskan yên Alman ewro roja Înê got Danûstandinên ser damezrandina hikûmeta dahatû ya Almanyayê dibe ku sernekeve heke hemû alî li ser pîvanên parastina keşûhewayê pirtir pêşkevtinê destneêxin.

Ew Hişyarî dema danûstandina di navbera namzetê Serokwezîrîyê yê Partiya Sosyaldemokrat (SPD) Olaf Scholz, partîya Keskan û ya Demokratên Azad (FDP) ber bi dawîyê ve diçe çêbû.

Robert Habeck ji weşana giştî RBB ra got hikûmeta piştî ya Angela Merkel divêt Hikumeta Kêşûhewayê be û pabendî Peymana Parîsê ya Keşûheway be ku armanca wê germahîya gerdûnî ser asta pîleya 1.5 ragire heta 2100ê.

"Heke em nekarin wê bikin – ku 1.5 pîle pîvana me ye û ew di peymana me ya demkî da jî heye... wê demê danûstandinên koalîsyonê têk diçin, "wî got.

Şîroveyên wî di dema Lûtkeya Keşûhewayê ya Neteweyên Yekgirtî li Glasgow pêşve diçin çêbûn.

XS
SM
MD
LG