Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Cîhanê ji Her 3 Jinan Yek Rastî Destdirîjîyê Tê


Di jiyana xwe de ji her 3 jinan yek jê rastî destdirêjîyê hatiye. Di demên krîzan da, hejmar zêde dibin, wekî ku di dema pandemiya COVID-19ê û krîzên mirovahî yên vê dawiyê, pevçûn û karesatên keşûhewayê da têne dîtin.

Raporek nû ya NY ya ser jinan, li ser bingeha daneyên 13 welatan ji pandemiyê êreve, destnîşan dike ku ji her 3 jinan 2yên ji wan ragihandîye ku ew anjî jineka ku ew dinasin rastî tundûtîjîyê hatine û îhtîmal e ku rûbirûyê bêewlehiya xwarinê jî bibin. Ji 10 jinan tenê 1ê gotîye ku qurban ji bo alîkariyê seri li polisan didin.

Herçend mişe jî be, tundûtîjîya li ser bingeha zayendîneçar nîn e. Dikare û divêt pêşî lê bihêt girtin.

Rawestandina vê tundûtûjiyê bi baverî lê hatina qurbana dest pê dike, bi pejirandina rêyên berfereh ûyên ku sedemên bingehîn çareser dikin, normên civakî yên xirab vediguherînin, û hêzê didin jin û keçan.

Bi xizmetên bingehîn yên qurbanîyên rizgarbûyî yên çavdêrîyê, dadwerî, tenduristî, û sektorên civakî, û fînansekirina têr bo mafên jinan, em dikarin tundîya li ser bingeha zayendî bi dawî bikin.

Ji bo bilindkirin û zêdekirina hişyariyê, temaya îsal "Cîhanê Narincî bikin: Tundûtîjîya dijî jinan niha bidawî bikin!".

Narîncî rengê me ye ku nûnertîya paşerojeke geştir dike bêyî tundûtîjîya li dijî jin û keçan. Bibin beşek ji bizava narincî!

XS
SM
MD
LG