Li eyaleta Wisconsin ya Amerîkayê roja Yekşemê maşînek ji barîkatan derbas bû û daket nav merasima Noelê, di encamê de 5 kes hatin kuştin û herî kêm 40 kesên din jî birîndar bûn, polîsan ragihandin.
Maşîna sportîf ji barîkatan derbas bû û daket nav merasima Noelê ya bêhnvedana salane û şahidên wê bûyerê dibêjin ew bi lez ber bi meşa dibistanê ve çû.
Rêveberîya Polîsan ya Waukesha di daxuyaniyeka li ser malpera xwe ya fermî ya Facebookê got, "Em dikarin piştrast bikin ku 5 kes mirine û 40 jî birîndar bûne. Lê, dibe ku ev hejmar biguhere dema ku em agahîyên zêde berhev dikin. Wan herwiha ragihand ku kesek hatîye desteser kirin.
Sandra Peterson, peydaraa dêra katolîk ya Milwaukee, di daxuyaniyekê de got ku "di nav birîndaran da yek ji qeşeyên wan yê katolîk, her wiha gelek hewlatîyên katolîk û zarokên dibistana Katolîk yên Waukesha hene."
Karbidestekî rêveberiyê got Serok Joe Bidenî ser rewşê agahdarî wergirtiye û Qesra Spî ji nêzîk ve çavdêriya rewşa Waukesha dike.
Dilê me digel wan kesan e ku di wê bûyera xirab da zere dîtine. Me pêwendî digel karbidestên eyaletê û yên herêmê danîyê ku harîkarîya pêwîst pêşkêş bikin.