Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

10ê Kanûnê Roja Mafên Mirovan


Ewro roja mafên mirovan e. Roja Mafên Mirovan her sal di 10'ê Kanûnê da bo bîrînana roja ku di sala 1948an da Ciwata Giştî ya Neteweyên Yekgirtî Daxuyanîya Gerdûnî ya Mafên Mirovan qebûl kirî tê pîroz kirin.

Di wê çarçovê da neteweyên Yekgirtî daxuyanîyek belav kir. Daxuyanî dibêje pandemiya COVID-19ê cîhan gihandiye duryaneka mezin: an em dê rêya çalakîya pêkve bigirin û bi awayekî berbiçav newekheviyên berfireh li seranserê cîhanê çareser bikin, anjî em dê berdevam bin ser rêya neheqiyên kûr û newekheviyên berfireh.

Di Roja Mafên Mirovan, 10ê Kanûnê da, em rêya ku me ber bi paşerojeka ku di bingehê wê da wekhevî heye hilbijêrin.

Di bingehê mafên mirovan da nirxên wekhevî û necudakarîyê hene. Wekhevî xwedî wê hêzê ye ku feqîrî û xizaniyê xilas bike; ew dikare heman derfetan bide ciwanên cîhanê; ew dikare di pêşvebirina mafê jîngeheke paqij da bibe alîkar; ew dikare bibe harîkar ku sedemên bingehîn yên nakokîyan û qeyranan çareser bike.

Wekhevî tê vê wateyê ku her kes xwe bigihîne derziyên COVID-19ê, ne tenê neteweyên zengîn, û ku her kes bikare bi rûmet bijî, ferq nake ka kî bin anjî li kuderê hatibin dinyayê.

Karbidesta paye Bilind ya Mafên Mirovan ya Neteweyên Yekgirtî Michelle Bachelet dibêje, "wekhevî tê wê wateyê ku em cewazîyên xwe himbêz bikin û daxwaz bikin ku digel hemyan riftara bê cûdakarî bihê kirin."

Wê herwiha ragihand ku di Roja Mafên Mirovan da em banga peymaneke nû ya civakî dikin. Ev tê wê wateyê ku çareserîya newekheviyên berfireh û cûdakarîyên bingehîn bi rêya mafên microvan e. Pêwîstîya wê bi pabendbûna siyasî ya nû, beşdarbûna hemûyan, bi taybetî yên herî zêde bandor lê hatîye kirin, û dabeşkirina dadperwetir ya hêzê, çavkanî û derfetan heye.

Civakên ku mafên mirovan bo her kesî diparêzin û pêşve dibin, saxlemtir û domdartir in, û li hember qeyranên nedîyar yên wekî pandemî û bandorên krîza keşûhewayê çêtir disekinin.

XS
SM
MD
LG