Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavê Cîhanê Ser Encamên Hilbijartinên Amerîka Ye


Hikûmetên li seranserê cîhanê bi xemgînî pêşbaziya Qesra Sipî temaşe dikin, di dema ku ew an jibo mîsogerkirina devreke duyê ya Donald Trump ê Komarî her wekî serokî Amerîka yan jî di hilbijartinan da serketina rikeberî wî Joe Biden, Cîgerê Serokê berê, xwe amade dikin.

"Çar salên dawî piştrast kiriye ku hilbijartinên Amerîkayê jibo sîyaseta navnetewî pir encamgir in," li gorî şîroveyeke koma lêkolînê ya sîyaseta derve ya Brîtanyayê, Chatham House.

"Serokê bê dê dîyar bike ka çavkanîyên dîplomatîk, aborî û leşkerî yên Amerîkî çawa têne veberhênan û bi taybetî, Amerîka çi rûmetê dide hevalbendî û sazîyên piralî yên heyî. Her kî li Qesra Sipî rûne dê rêya têkilîya Amerîka û Çînê û aborîya cîhanî, bi bandorên girîng jibo hevparên Amerîkî dîzayn bike," Chatham House herwiha got.

Û encamên jibo rikeberên Amerîkayê jî. Her çend hinek pêşbînî dikin ku bandor dibe ku wekî ku hinek dibêjin mezin nebe.

Pisporên Rûsî dibêjin ew baver dikin ku kî ser bikeve jî, di têkilîyên Moskowê û Washingtonê de dê pêşveçûneke kêm hebe.

Andrey Kortunov ji Civata Karûbarên Navnetewî ya Rûsî, komeke lêkolînê ya li Moskowê, di referanskirina serokê Rûsyayê Vladimir Putin de got, "Dibe ku Putin û kesên li dora wî Trump hez bikin jiber ku nêrînan wan yên ser cîhanê nêzîkî hev in."

Kortunov bal dikişîne ku gumanên Trump yên li ser girîngiya sazîyên piralî û nêzîktîya wî ya dîplomasîya danûstandinan.

Lê Kortunov dibêje ku her kî were Qesra Sipî, ew baver nake ku Moskow di mehên were de sîyaseta xwe ya derve biguherîne. Ew dibêje ku dijberî dê bidome.

"Rêberên Rûsya ji mêjve ye qaneh bûne ku her gavên yekalî yan jî guherîneke di sîyaseta derve ya Moskowê de wê li Rojava wek nîşana lawazbûnê were dîtin û bi vî rengî dê bibe sedemek jibo zêdekirina giwaşan li ser Rûsyayê. Rûs paşde gav navêjin. Ew prensîbe çend sal in di bingeha polîtîkaya derve ya Rûsyayê da maye," wî got.

Karbidestên Rûsî yên berê di çend mehên dawî da jî ji Dengê Amerîka re got ku ew baver dikin ku têkilîyên digel Amerîkayê û Ewrûpa dê dijberî bimînin û Amerîka bi serkêşîya komployekê ku bandora Rûsî kontrol bike, tawanbar kirin.

"Hinek kesan li Kremlinê hêvî kirin ku dê digel Donald Trump cûda be. Lê, ez di wê baverîyê de nebûm," alîkarekî berê yê Kremlinê ji Dengê Amerîka re got. Wî behsa nîqaşên di nav karbidestên Rûsî de, jibo hilbijartina 2016an ya Amerîkayê dikir, lê berpirsên din yên berê jî dibêjin ku heman tiştên berê niha jî çêdibin.

Her çend di derbarê encamê da Rûsya eleqedar nebe jî, kêm kes li Moskowê yan jî li cîhekî din li cîhanê derbarê encamên mezin yên gerdûnî yên hilbijartinên Sêşemê guman dikin.

Nûçegihanê Sky Newsê yê Brîtanyayê pêşniyar kir ku jiber encamên navnetewî divê cîhan di hilbijartinê de deng bide. Wî got ku ev ne tenê hilbijartineke netewî ye, lê hilbijartinek cîhanî ye jî.

Dibe ku li seranserê cîhanê bi sed mîlyonan kes heta derengîya şevê jibo temaşekirina hilbijartinê bimînin. Yên din jî dibêjin ku ew dê navberê bidin xebata xwe ya rojane da ku li encaman binêrin. Hinek bajar plan dikin ku weşana hilbijartinê li ser televîzyonên bi qasî bîlbordan mezin belav bikin.

Ji bilî heyranîya bo sîyaseta Amerîkayê, hikûmetên biyanî bi giştî hilbijartinê bi çavên berjewendîyên xwe yên stratejîk dinêrin.

"Tevî ku seroktîya Amerîka ne wek bi wasî gelek kes difikirin bihêz be jî, ew bêguman, hem li hindur û hem jî li derveyî Amerîkayê, postê herî hêzdar ya hilbijartî ya cîhanê ye. Niha, cîhan bi xemgînî û hêvîyên mezin li Amerîkayê dinêre, "li gorî Cas Mudde, profesorê karûbarên navnetewî li Zanîngeha Georgia, ku di rojnameya Guardian ya Brîtanî de dinivîse.

Di wê endazê da nîgeranî ji alîyê hikûmetan ve tê parve kirin –heke meyla wan Trump be yan jî Biden be. Jiber ku rapirsînên giştî pêşbînîyên wan di sala 2016an xelet derxistibûn, ti rêberên cîhanê nikare encamên helbijartinan piştrast bike.

Piranîya rêberên biyanî pêpaş in ku bi vekirî bibêjin ew dixwazin kî serketî be. Analîst dibêjin ku serokên netewî yên herî nêzîkî Trump, wek Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û hevtayê Hindî Narendra Modi, di pesindana wî de hişyar bûne, jiber ku ditirsin heke ew winda bike, piştgirîya wan ya tevahî bo Trump dê bandoreke neyênî li têkiliyên digel rêvebirîya Biden bike.

Serokwezîrê populîst û tund yê Macarîstanê Viktor Orban yek ji wan çend serokên Ewrupî ye ku piştgirî dide Trump wekî ku wî di 2016an destek daye wî. Orban di meha Îlonê de, di gotarekê rojnameyeke Macarî de ragihand ku ew "jibo Donald Trump serfiraziyeke din dixwaze jiber ku ew sîyaseta derve ya rêvebirîyên Demokrat yên Amerîkî, ku ser bingeha emperyalîzma exlaqî hatiye danîn, baş dizanin."

Lîderên din yên nîjadperst û konservatîv li Ewrupaya navîn bêdeng bûn, tevî ku antîpatîya Trump ya li hember Yekîtîya Ewrupî û îdeolojîya wî ya populîst parve dikin. Serokê Polonya Andrzej Duda û karbidestên payebilind yên Partîya Qanûn û Dadê (PiS) nexwast ku bersîvê bidin pirsa ku ew kî dixwazin.

Trump, di dirêjîya desthilata xwe de li Ewrupayê bi gelemperî, lê pirtir li rojavayê parzemînê di bîragiştî de encamên xirab wergirtin. Li gor anketeke Navenda Lêkolînê ya Pew di destpêka salê de, tenê ji sedî %13 Alman, %18 Swêdî û %20 ê Fransîyan bawerî bi Trump dikin ku ew di karûbarên cîhanê de tiştên rast bike. Ew rêje ji ya serokê berê, Barack Obama, di sala xwe ya dawî ya kar de pir kêmtir e.

Dema mirov ji rojava ber bi rojhilatê ve diçe bîragiştî hinekî tevlihev dibe jiber ku piranî jiber erêkirina Trump ji hêla alîgirên partîyên netewperest ên populîst, ku li Ewrupaya navîn xurttir in û ku nemaze dema ku dor tê koçberiyê, serokê Komarî wekî hevalbendekî bîrdozî dibînin.

Anketa Pew diyar kir ku bawerîya piranîya Polandîyan (% 51) bi Trump heye ku di karûbarên cîhanê de tiştê rast dike.

Berevajîyê wê analîst dibêjin ku bîragiştî û hikûmetên rojavayê Ewrûpî jibo jinûve sazkirina têkilîyên rengdîyar û ededî yên transatlantîk dixwazin ji salên Trump rizgar bibin.

"Biden herdem alîgirekî xurt yê transatlantîk bûye û di dirêjîya karîyera xwe ya sîyasî ya bi dehsalan da, wî têkilîyên nêzîk digel rêberên sereke yên Ewrupî ava kirine ku di nav wan da Serokwezîra Alman Angela Merkel" Aleks Soros di şîroveya jibo Civata Ewrupî yên Têkiliyên Derve de dîyar, ku ew sazîyeke lêkolînê ya navnetewî ye û hinek bavê wî, xêrxwaz George Soros, fînanse dike.

Karbidestên Ewrupa Rojavayî dibêjin ew li bende ne ku têkilî digel Biden ji yên Trump xweştir û pêşbîntir bibin. Biden tê zanîn ku 34 salan li Senatoya Amerîkayê û heşt sal jî wekî cîgirê serokê Obama kar kiriye. Ew dibêjin ku ew ji wî hêvî dikin ku wekî her car bixebite, hevalbendîyê çêbike û li enîya navnetewî wekî pir-alîgir kar bike.

Li Rojhilata Navîn, Serokê Misirê Abdel Fattah El-Sissi digel rêvebirîya Obama li ser tomarên mafên mirovan yên hikûmeta wî pêknehatin û karbidestên li Qahîreyê dibêjin ku ew baver dikin heke Biden were hilbijartin ew dê dubare bibe. Bi heman awayî, monarşîyên Kendavê têkilîyên nêzîk digel rêvebirîya Trump ava kirine û rehet bûn dema ku Trump di seredana paytexta Erebistana Saudî li Riyadê di sala 2017an de ji rêberên Ereban re gotibû ku "Em ne li vir in ku dersan bidin."

XS
SM
MD
LG