Li gor agahîyên dawî yên Zanîngeha Johns Hopkinsê li seranserê cîhanê 165,073,402 kes bi vîrusa korona ketine.
Vîrusa korona herî zêde li Amerîka hatiye tomar kirin ku li wî welatî hejmara pêketîyan pirtir ji 33 mîlyon e.
Li dû Amerîka bi 25,7 mîlyon pêketîyan Hîndistan û li dû wê jî bi 15,8 mîlyo pêketîyan Brezîlya tê.
Jiber vîrusa korona li temamê cîhanê 3,421,173 kesan canên xwe ji dest dane. Amerîka 599,185 mirinên ji vîrusa korona li cîhanê di rêza pêş de ye û li dû wê bi 441,691 mirinan Brezîlya heye.
Ew vîrus cara pêşî di dawîya sala 2019’an re li Wuhan ya Hubei ya Çînê hat dîtin û dûre derbazî dewletên din jî bû.
Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li Çînê 102,798 kes bi vîrusa korona ketine û 4,846 kes bi wê mirine.