Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cîhangîr Îslam: Biryara Hember Dûrxistina Bajarvanên Kurd Bêrêzîya Vîna Gel E


Prof. Cîhangir Îslam
Prof. Cîhangir Îslam

Li Tirkîye ji kar dûrxistina şaredarên Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) yên bajarên mezin Amed, Wan û Mêrdînê, biryara dadgeheke Tirk ya berdana sîyasetvan Selahattîn Demîrtaş û îhtîmala pevajoyeke nû ya çareserîya pirsa Kurd di rojeva Tirkîyê de cîh digirin.

Parlamanterê Partîya Saadet'ê yê Stenbolê Profesor Cîhangîr Îslam biryara ji kar dûrxistana her sê şarêdarên Kurd dij hiqûqî bi nav dike û dibêje ku li gor zagonan şûna qayuman pêwist e ji meclîsa şaredarîyê kesek bihata erkdar kirin.

“Biryar bêrêzîya vîna gel e. Ji kar dûrxistina bajarvanekî pêwîstî bi biryara dadgeh û delîlên eşkere hene. Mînak di sala 1998’an de di pêvajoya ji kar dûrxistina bajarvanê Stenbolê Recep Tayyîp Erdogan de Wezîrê Karê Navxweyî yê wê demê Murat Başesgîoglu dibêje heta dawîya biryara dadgehê em sekînîn. Lê dema em li van qayuman dinêrin dev ji biryara dadgehê berdin. Dozek hatî vekirî ji tuneye. “

Îslam biryara ji kar dûrxistina her sê bajarvanan kiryareke bêhiqûqî bi nav dike.

“YSK berbijarîya van kesan qebul dike û 31ê Adarê hilbijartin çêdibe 1 Nîsanê her sê walîyên van bajaran dixwazin ku qayum şuna bajarvanan werin erkdar kirin. Ev senaryoyeke berîya hilbijartinan hatiye nivîsîn.”

Ew biryara berdana Demîrtaş ji dibêje dibe ku ev biryar jibo Dadgeha Mafên Mirovan ya Ewrupî (ECHR) hatîbe dayîn.

“Ez zindan çkirina Demîrtaş jî ne hiqûqî û sîyasî dibînim. Gotina Demîrtaş ya ‘Em te nakin serok’ tola vê gotinê distînin û hiqûqê jî dikin alav. Hêvîya me ewe ku hem Demîrtaş hem jî hemû kesên bi avayekî neheqî hatîne zindan kirin, werin berdan”

Îslam ser îhtîmala peyvajoyeke nû ya çareserîya pirsgirêka Kurd, dibêje ku pewîstî bi pêvajoyeke nû ya çareserîyê heye.

“Ev çend meh in ez di civînên xwe de dibêjim pewîstî bi pêvajoyeke nû ya çareserîyê heye. Jiber ku Tirkîye pêjavoya niha dijî heq nake. Kêmahî û xeletîyên pêvajoya berê ya çareserîyê divê were dîtin. Li pêşberî gel, avayeke zelal û bin kontrola Meclîsa Tirkîyê de were axaftin. Ez bawer dikim ku bi vî avayî dê baştir be û encam bigire.”

MEB_05_09_2019_Cîhangîr_Îslam
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:52 0:00


XS
SM
MD
LG