Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Baroya Amedê Aydin:Hikûmet Dixwaze Baroyan Qedexe Bike


Parlamana Tirkîyê ser fermana serokamarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan amadekarîya guhertina sîstema Yekîtîya Parêzeran anku baroyan dike. Lê, rêvebirên baroyan dibêjin ku hikûmet dixwaze hemî sîstema dadê bixe bin kontorola xwe.

Serokê Baroya Amedê Cîhan Aydin, bi çend hevkarên xwe re di 19'ê mehê de li Amedê bi daxuyanîyekê dest bi meşa ber bi Enqereyê ve kiribû.

Aydin dibêje ku hikûmet bi guhertina qanûna parezerîyê dixwaze baroyan qedexe bike û çend baroyên nû ava bike.

”Hikûmet dixwaze baroyên ku parêzerên mafê jin, zarok, civak, hemî mafên mirovan in, bêdeng bike. Em li dijî van dimeşin.''

Hêjayî bîrxisitinê ye ku gotûbêjên guhertina qanûna baroyan demeke dirêje di rojevê de ye, lê nîqaşên piştî xutbeya Serokê Dîyanetê Alî Erbaş bi dexwaza Erdogan amadekarî destpêkirin.

Erbaş di xutbeya xwe de li dijî zîna, hevaltiya jin û mêran ya bê zewac û ser têkilîya hemcînsan gotarek dabû û îdia kiribû ew dibin sedema belavbûna vîrusa HIVê û bang kiribû li dijî van xirabîyan dest bi tekoşînê bikin.

Baroya Enqerê, bi sedema Erbaş di nav civakê de dibe sedema kîn û nefretê ew gilî kiribû, lê Erdogan û wezîrên wî dijî baroyan rexneyên tund kiribûn û helwesta baroya Enqerê wek dijî îslamîyetê bi nav kiribûn. Erdogan piştî van nîqaşan xwest ku qanûna baroyan were guhertin.

KHF_06_22_2020_Cîhan_Aydin
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:51 0:00

XS
SM
MD
LG