Senatorê Eyaleta New Jersey Cory Booker îro Înê ragihand ku ew xwe jibo namzetîya Partîya Demokrat ya di hilbijartina seroktîya Amerîka ya 2020’an de dike berbijar.
Booker ku 49 salî yê, kesê herî dawî ye Demokrat û senatorê çaran ku berbijarîya xwe ji bîragiştî re eşkere kiriye.
Booker namzetîya xwe di vê rojê de eşkere kir ku li Amerîka destpêbûna Meha Dîroka Amerîkîyên Reş (Black History Month) e.