Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cemal Koçar: Hin Alî jiber Sedemên Sîyasî Naxwazin Budceya Salê Pesend Bikin


Cemal Koçar: Hinek layen jî naxwazin Budce li ber destê Serok Wezîr be çinko hevrikê wan yê helbijartina ye.

Danûstandinên hikûmeta federal a Bexda û hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hêviya ku li ser budceya her du hikûmetan bigihîjin rêkeftinekê, bê çareserî bi dawî hat.

Nûnerên hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser pêşniyaza dawîn a rêkeftinê qayîl nebûn.

Endamê komîta darayî li parlamana Îraqê Cemal Koçar ji Yekgirtîya Îslamî got ku hin alî jiber sedemên sîyasî naxwazin budce pesend bikin.

"Hinekên din jî dibêjin ku Îraqê dahatê bermîlek neftê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê wernegirtiye çima niha baweriya me pê were. Hinek alîyên din jî naxwazin budce li ber destê serokwezîr be çimkî hevrikê wan yê hilbijartinê ye."

Sebaret cûdakirina mûçeyên fermanberên Kurdistanê ji budceyê, Koçer got ku ew bawer nake ku hikûmeta Herêmê bi wê pêşnîyazê qayîl bibe.

Cemal Kocher
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:00 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG