Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Îranê Hejmara Mirinên ji Korona Jinûve Bilind Dibe


Kolanên Tehranê
Kolanên Tehranê

Wezareta Saxlemî ya Îranê ragihand ku di 24 seatên dawî de 133 mirinên nû jiber COVID-19 çêbûne û hejmara giştî ya mirinên ji Îranê giheştiye 9,996 kesan.

Hejmara mirinên rojane bi awayekî berdevamî dadikeve, lê jiber ku daxistin li wî welatî hatine sist kirin, ew peyvajo paşve diçe.

Wezaretê îro Çarşemê got ku di 24 demjimêrên dawîyê da 2,531 pêketinên nû ji vîrusa korona hatine dîtin û hejmara giştî ya tûşbûnan jî bûye 212,501.

Hefteya borî cara yekê di du mehan de hejmara mirîyan berdewamî giheşte 100 kesan ku ew jî bilindbûna tûşbûyan ji nîvê Nîsanê vir ve nîşan dide ku hîngê bergirîyên ser hatûçûnan hatibû rakirin.

Karbidestên payebilind bi berdewamî hişyarî dan ku heke rênmayên tendirustî yên wek dûrketina civakî jibo rawestandina zêdebûna tûşbûyan, bi cîh neyînin ewê wan rênmayan jinûve danîn.

Her wek nîşana vê nîgeranîyê, ajansa fermî ya nûçeyan IRNA roja Sêşemê ragihandibû ku berevajîya daxuyanîya pêştir, vê hefteyê nimêja Înê li mizgeftên Tehranê jinûve destpê nake.

Ruhanî Sêmîyê gotibû ku li ber hikûmetê ye ku jiber zêdebûna hejmara tûşbûyên piştrastkirî, di nav çend rojan da, li cîhên giştî û yên girtî karanîna maskan mecbûrî bike.

Vîrusa korona li Rojhilata Navîn da herî zêde bandora xwe li ser Îranê kiriye.

XS
SM
MD
LG