Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye Dixwaze li Lîbyayê Mayînde Be


Çavkanîyeke Tirk îro Duşemê ji Reutersê re ragihand ku Tirkîye û hikûmeta Lîbyayî ya bi piştgirîya navnetewî gotûbêjan dikin ku Tirkîye li başûrê Deryaya Sipî du bingehên leşkerî bi kar bîne ku li wê heremê mayinde be.

Hêşta ser bikarînana pêkan ya bingehê deryayî ya Misrata û bingehê esmanî Watiya, ku di rojên dawîyê da ji alîyê hikûmeta Lihevhatina Netewî ya Lîbyayê (GNA) jinûve hatibû girtin, ti biryarên dawî nehatine vergirtini,

Hebûnek mayînde ya bingehên esmanî û deryayî li Lîbyayê dikare bandora Tirkîyê ya ku li herêmê û Sûrîyê zêde dibe qayimtir bike û idiayên Tirkîyê yên ser çavkanîyên petrol û gaza deryayî xurtir bike.

Tirkîye herwiha Tirkîyê pêkhatinên pêkan yên enerjî û avakirinê digel Trublusê çêkirine bo dema ku şer bi dawî dibe.

Galîp Dalay, possorê Akademîya Robert Bosch dibêje ku bingeheke deryayî ya Lîbyayê bi taybetî dê bandora Tirkîyê li Rojhilata Deryaya Sipî "rêxistin bike" û dê destê Tirkîyê li dijî Ereb û Ewrupîyan xurtir bike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Enqerê par desteka xwe dabû hikûmeta li Trablusê, piştî ku Hikûmeta Lihevhatina Netewî ya Lîbyayê (GNA) peymana deryayî digel Tirkîyê îmza kiribû ku mafê petrol derxistinê li nêzîkî Girîtê dide Tirkîyê, lê Yunanîstan, Qibrîs û Yekîtîya Ewrupa dijî wê peymanê derdikevin.

XS
SM
MD
LG