Tirkîyê îro Sêşemê bi awayekî tund bersîva hişyarîyên Serokê Fransî Emmanuel Macron da ku do Duşemê gotibû ku Tirkîyê li Lîbyayê lîstikeke metirsîdar dilîze.
Berdevkê Wezareta Derve yê Tirkîyê Hamî Aksoy got ku Macron gêj bûye ku dijberîya desteka Enqerê ya ji hikûmeta Trablusa bi ûitgirîya navntewî re dike.
"Mirov gotina Macron, ku piştevanîya me ji hikûmeta rewa ya Lîbyayê re û li gor biryarên NY wek ‘lîstikeke xeternak’ dibîne, tenê dikare bi hindakirina hêş û aqilê şîrove bike.”
Aksoy herwiha got ku sedema pirsgirêkên heyî yên li Lîbyayê, êrîşên Xelîfa Heftar e jiber ku wî pêşnîyara agirbestê li Moskowê û Berlînê red kiribû.
Tevlêbûna Tirkîyê ya li Lîbyayê têkîlîyên Enqerê û Parîsê xirab kirine, ku Tirkîye dibêje ku Fransa piştgirî dide Heftar, lê Parîs wê yekê înkar dike.
Parîs bi piştgirîya sîyasî ya ji Heftar ya polîtîk dihêt tawanbar kirin ku berê jî jibo şerê dijî mîlîtanên Îslamî harîkarîya leşkerî dabû wî. Fransa piştgirîya Haftarî red dike belê bi berdevamî Tirkîyê rexne dike û digel hevalbendên xwe jî dengê xwe nake.
Hikûmeta Lihevhatina Neteweyî ya Lîbyayê (GNA), bi piştgirîya leşkerî ya Tirkyê, abuqaya hêzên Heftar yên 14 mehan ya ser paytext Trablusê şikandibû.
Heftar, ji alîyê Rûsya, Mîrgehên Yekbûyî yên Erebî û Misrê tê destek kirin, lê Enqere piştgirîya GNA dike.
Macron Duşemê Tirkîye tawanbar kiribû ku ew li Lîbyayê lîstikeke metirsîdar dilîze.
Wî desteka xwe ji Serokê Misirê Abdulfetah Sîsî re dîyar kiribû ku roja Şemîyê gotibû ku mafê wan heye ku mudaxelaya şerê li nav axa cîrana xwe bibe.