Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hilbijartina Serokmarîyê li Tirkîyê û Helwesta Kurdan


Serokê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) Ahmet Yener îro Duşemê ragihand ku di hlbijartina serokomarîyê de 4 kes cîh bigirin ku ew Recep Tayyîp Erdogan, Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce û Sînan Ogan in.

Yener da zanîn ku ji berbijarên serbixwe tenê Înce û Ogan karîne ji 22’yê Adarê heta îşev heta saet 8’ê êvarê herî hindik 100 hezar îmza kom bikin.

Li gor ragihandina Yener, Serokê Partîya Memleket Muharrem Înce 114,661 û berbijarê Hevpeymanîya Ata, Sînan Ogan jî 111,508 deng wergirtine.

“Di hilbijartina 14’ê Gulanê de her çar namzet di forma dengdanê de wê li gor rêza alfabetîk cîh bigirin û li gor wê yekê rêza berbijaran wek Kemal Kiliçdaroglu, Muharrem Înce, Recep Tayyîp Erdogan û Sînan Ogan be,” Yener got.

Sîyasetvanê Kurd Cabbar Bariş ku li Stenbolê dijî û bi xwe jî bernamzet e, dibêje ku hilbijartina serokomarîyê di gera yekê de bi dawî be û Kiliçdaroglu wek berbijarê xurt xuya dike.

Bariş îdia dike ku Kurd bi hêza xwe ya biryarder encama hilbijartina dîrokî dîyar bikin û piştgirîyeke xurt bidin Kiliçdaroglu jiber ku ew guhertinê dixwazin û ji sîyaseta Erdogan gelek aciz in.

Li Tirkîyê 4 Berbijar Dikevin Hilbijartina Serokomarîyê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:07 0:00
XS
SM
MD
LG