Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çeleng Omer: Qanûna Qeyser Barê Efrînîyan Girantir Dike


Cezayên qanûna Qeyser ku ji alîyê Amerîka ve li ser Sûrîyê hatine danîn, bandoreke neyînî ser aborîyê hiştiye.

Aborîzan Çeleng Omer dibêje ku qanûn zerarê dighîne aborîya herêmên Kurdî jî, lê bandora herî giran wê li ser Efrîn û Efrînîyan be, yên hatine koçber kirin yan di hindur Efrînê de mane.

“Şênîyê hatiye koçber kirin hemû mal û milkê xwe hinda kirine, çimkî Tirkîyê û çekdarên pêre dest danîne ser, herwiha derfetên wan yên kar kêm in, loma bandor li ser wan giran e”.

Dor şênîyên li hindurê Efrînê, Omer dibêje ku ew rastî guvaşên Tirkîyê û komên çekdar tên.

“Rojane dizîn, talankirin, û desteserkirina xanî, zevî û berhema xelkê li hindur mane tê kirin, loma kanîna wan jibo debara jîyanê zehmetir bûye”.

Jibo sivikirina bandorên neyenî yên qanûna Qeyser, Omer hin gavan pêşniyar dike, ku divê Rêvebirîya Xwser bêtir destekê bide derbiderên Efrînê û sazîyên alîkarî û hawarçûnê derbaz herêma Şehba bibin.

“Revendên Kurd li derve dikarin destê alîkarîyê dirêj bikin, tevî ku zehmetî di gihandina van alîkarîyan de heye lê divê rêyên cuda werin dîtin û herî kêm her kes bi malbat û xizmên xwe re bibe alîkar, ku fişarên aborî li wan sivik bibin”.

Derbarê bikaranîna dirava Tirkî li herêmên jêr kontrola Tirkîyê de ku Efrîn di nava de ye, Omer dest nîşan dike ku hewlên Tirkî û komên çekdar yên girêdayî wê ji zû de hene ku lîreya tirkî têxin deverên li Bakur Sûrî hatine dagîr kirin.

Ew dibîne ku armancên Tirkîyê ji vê gavê hene û wiha ev yek şîrove kir: “Sepandina lîreya Tirkî bi armanca girêdana aborîya herêmên dagîrkirî bi Tirkîyê ve ye, ew tirkîkirina aborî ye ji herêmê re piştî tirkîkirina çandî”.

“Tirkîye dixwaze dagîrkerîya xwe bike defekto, hemû dezgeh, bazar û aborîyê bi xwe ve girê dide, bi mebesta hebûna xwe mayînde bike”, Omer got.

Hêjayî gotinê ye cezayên Amerîka yên qanûna Qeyser di 17ê mehê de ketin pêkanînê, van cezayan bondor li ser aborîyê hiştine ku nirxê lîreya Sûrî pir nizim bûye û hemû tişt buha bûne.

Herwiha tirs heye ku aborî hîn pirtir hilweşe, loma çalakvanên Kurd zengilê hişyarîyê lê didin ku rewşa jîyanê li herêmên Kurdî û bi taybet Efrîn hîn xirabtir nebe.

please wait

No media source currently available

0:00 0:03:23 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG