Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Caferî: Emê Leşkerên Tirk Ji Axa Sûrîyê Derxin


Nûnerê Sûrîyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) Beşar Caferî dîyar kir ku Tirkîyê ‘’bakurê Sûrîyê dagir kiriye’’ û da zanîn ku ewê wan ji axa xwe derxînin.

Tirkîye, ku piştgirîya hêzên serhilda dike, dabû zanîn ku ew dijî şervanên Kurd û çekdarên Dewleta Îslamî (DAIŞ) leşker şandine bakurê Sûrîyê.

Enqerê, bi peymana herêmên ewle, ku bi Îran û Rûsya re hatibû îmza kirin, li Îdlibê jî leşkerên xwe bi cîh kiribûn.

Caferî da zanîn ku ewê nehêlîn ku leşkerên Tirk li Sûrîyê bimînin û got ku ‘’emê wan ji axa xwe derxînin’’

Caferî di axaftina xwe ya li Soçî de da zanîn ku ger danûstandinê gera 10’an bi ser nekeve, hêzên Sûrî dikarin Îdlibê bi şûn de bistînin

XS
SM
MD
LG