Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Caine: Rejîma Îranê Piştî Agirbestê Bêtirî 10 Êrîş Birine ser Hêzên Amerîkayê

Serokê Fermandarîya Giştî ya Artêşa Amerîkayê Dan Caine îro Sêşemê di konferanseke rojnamevanî de bal kişand ser berdewamîya êrîşên rejîma Îranê.

Wî diyar kir ku tevî agirbestê, Îran êrîşî hêzên Amerîkayê, welatên herêmê û keştîyên bazirganî dike.

General Caine eşkere kir ku ji ber êrîşên Îranê, niha nêzîkî 22,500 deryavan û zêdetirî 1550 keştî li Tengava Hormuzê asê mane û nikarin derkevin.

Karbidestê leşkerî yê Amerîkî got: “Ji dema ku agirbest hatîye ragihandin, Îranê neh caran êrîşî keştîyên bazirganî kirîye û dest danîye ser du keştîyan. Herwiha, wan zêdetirî deh caran êrîşî hêzên Amerîkayê jî kirine.”

General Caine bal kişand ser êrîşên roja Duşemê yên Îranê û piştrast kir ku rejîmê sê êrîş ser Îmaratê kirin û êrîşek jî ser Omanê kir.

Caine herwiha got ku Îran bi mûşek û dronan êrîşî hêzên Amerîkayê kirine ku ji bo ewlekarîya keştîyên bazirganî li wê derê bûn. Helîkopterên MH-60 ên Hêzên Deryayî û helîkopterên Apache AH-64 bi serkeftî ew metirsî pûç kirin.

Wî da zanîn ku niha nêzîkî 15 hezar leşkerên deryayî, esmanî û bejayî yên Amerîkayê deverê diparêzin. Armanca wan ew e ku rê li ber tundûtûjîya rejîma Îranê ya li dijî keştîyên bazirganî bigirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG