Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çalakvan: 25 Kes li Sûrîyê Hatin Kuştin


Bizavkar dibêjin tundûtîjîyan li Sûrîyê roja Şemê herî kêm 25 kuştî li bey xwe hêlan, li demekê de ku Rusîya, alîgirek bi hêz yê Şamê, Dazanîn wek xoyawelat li ser lêva keftina nav şerê navxweyî e.

Çavdêrîya Sûrî ya Mafên Mirovan bingeh li Brîtanya dibêje hêzên Sûrîyê êrîş birine ser bajarê Deraa û 17 kes kuştine. Wê grûpê got 8 kes jî di bombebarankirinan û pevçûnan de li herêmên din wek Homs hatine kuştin.

Komel dibêje bi dehan xelk di bombebarankirina roja Şemîyê birîndar bûn.

Wezîrê Derveyê Rusîya Sergeî Lavrov pê dagirt ser nîgeranîyên derbarê alozîyên Sûrîyê, wextê li Moskow jibo rojnamevanan di axift. Lê got Rusîya pişt çi planek Civata Ewlekarîya NY nagre bo bikaranîna hêzê li dijî Şamê.

Kuştinên Deraa hatin kirin di demekê de ku civaka navnetewî bi tundî kuştina sivîlên gundê Mezret Qibêr ya roja Çarşemê şermezar dike.

Neteweyên Yekbûyî dibêje, çavdêrên wê derfet hebûn roja Înê derbasî gund bibin û dîtin çawa otomobîlên leşkerî li dor gund kom bûbûn. Gelek xanî jî di hundir gund de bi çekên cuda hatibûn wêran kirin.

Daxuyanîyeke NY dibêje, xwîn li ser dîwar û erdê diyar bû.

Çalakvan dibêjin, 78 kes li Mezret Qibêr hatine kuştin, di nav de jin û zarok.

Hikûmeta Sûrîyê terorîstên nenaskirî bi komkujîyê tewanbar dike.

XS
SM
MD
LG