Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li California Erdheja Herî Mezin ya 20 Salên Dawî Çêbû


Li California ya Amerîka erdheja herî mezin ya 20 salên dawî çêbû.

Navenda erdhejê Ridgecrest ya 200 kîlometre li bakurê rojhilata Los Angelesê ye.

Li gor agahîyên pêşî di erdhejê de ti kesî jîyana xwe ji dest neda û ti kes birîndar jî nebû.

Piştî erdehejê agir bi hin deran ket û hin malan zarar dît.

Bajarvanê Ridgecrestê Peggy Breeden ji CNN’ê re ragihand ku wan rewşa awarte ragihandiye.

Serokê Amerîka Donald Trump jî bi tweetekê da zanîn ku her tişt di bi kontrolê de ye.

Li California Başûr herî dawî di 1994’an de erdhejeke wisa mezin çêbûbû.

Di erdheja bi hêza 6,6 de 57 kesan jîyana xwe ji dest dabû.

XS
SM
MD
LG