Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

California Dijî Korona Jinûve Tedbîrên Tund Radigihîne


Eyaleta California ya Amerîka jiber zêdebûna pêketinên nû yên vîrusa korona jinûve tedbîrên tund ragihandin.

Walîyê California Gavin Newsom ferman da ku hemî barên li eyaletê werin girtin.

Restoran, magaza û sînemayên li California jî dê heta demeke nedîyar girtî bimînin.

Li gor agahîyên karbidestên saxlemî yên California, rêjeya pêketinên nû yên vîrusa korona yên li wê eyaletê, di du hefteyên dawî de 20 ji sedê zêde bûye.

Agahîyên Zanîngeha Johns Hopkinsê raber dikin ku li California heta niha bi qasî 335,000 kes bi vîrusa korona ketine û 7,099 kes bi wê jîyanên xwe ji dest dane.

XS
SM
MD
LG