Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kabîneya Trump Dê li Camp David'ê li ser Îranê Kom Bibe

Serok Donald Trump
Serok Donald Trump

Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar e ku roja Çarşemê li Camp David'ê bi endamên kabîneya xwe re civîneke taybet li dar bixe. Karbidestekî Koşka Spî got ku ev civîn di demekê de tê ku danûstandinên li ser Îranê digihêjin qonaxeke krîtîk.

Ajnasa Frens Press dibêje, destnîşankirina Camp David, wek cihekî veder li çiyayên Marylandê ku Trump, berevajî gelek serokên berê, kêm caran serdana wê dike, wekû hestiyarîya gotûbêjên di civînê de tê dîtin.

New York Post ragihand ku mijara sereke ya civînê dê Îran be, û hemî endamên kabîneyê dê amade bin. Li gorî raportê, mijarên aborî jî dê di rojeva civînê de bin.

Roja Şemîyê, Donald Trump got ku rêkeftinek bi Tehranê re ji bo bidawîkirina şerê Rojhilata Navîn nêzîk e, lê hişyarî da ku heke danûstandin bi ser nekevin, êrîşên Amerîkayê yên li ser Îranê dê ji nû ve dest pê bikin.

Serok Trump di peyameke din de dîsan dubare kir û got "Ew ê ti carekê rê nedin ku Îran bibe xwedî çekên navokî."

Camp David di demên berê de bûye cihê çend pêşkeftinên dîplomatîk ên girîng ên bi pêşengîya Amerîkayê, di nav de peymana Îsraîl û Misrê ya 1978'an di bin serokatîya Jimmy Carter de û civîna Îsraîl û Filistînê ya têkçûyî ya sala 2000'an di bin serokatîya Bill Clinton de.

Ev dê serdana duyemîn a Serok Trump a Camp David be di serdema desthilata wî ya duyemîn de; ku yekem car tenê çend rojan berî êrîşên Amerîkayê li ser navendên navokî yên Îranê bû.

This item is part of
XS
SM
MD
LG