Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cama Cîhanê: Meksîko Cihê Xwe Misoger Kir, Çav li Lîstikên Îro Ne

Gera 32 tîman a Cama Cîhanê ya futbulê hêdî hêdî nêzîk dibe, loma gelek tîm şer dikin da ku derbasî vê qonaxê bibin.

Di Grûpa A de, roja Pêncşemê tîmên Çekya û Afrîqaya Başûr 1-1 wekhev man. Ev lîstik li bajarê Atlanta hat lîstin. Afrîqaya Başûr tenê çend xulek berî dawîya lîstikê bi saya penaltîyek golek avêt û lîstik wekhev kir.

Di heman grûpê de, Meksîko û Koreya Başûr jî rûbirûyî hev bûn. Di vê lîstikê de, Meksîko bi ser ket û sê xal bi dest xist. Bi vê serkeftinê, Meksîko derbasî gera 32 tîman bû û bû yekem tîm ku di vê Cama Cîhanê de cîhê xwe di qonaxa derketinê de misoger kir.

Di Grûpa B de, Keneda û Swîsreyê serkeftinên mezin bi dest xistin. Keneda li dijî Qeterê lîst û serkeftineke mezin bi encama 6-0 pêk anî. Herwiha Swîsreyê jî 4 gol avêtin û lîstika xwe ligel Bosnîya bi encama 4-1 bidest xist.

Tîmên Grûpa C û Grûpa D îro Înê dilîzin.

Di Grûpa C de, Skotland û Mexrib wê li bajarê Bostonê rûbirûyî hev bibin.

Di heman grûpê de, Brazîl û Haîtî wê îro Înê li Philadelphia bilîzin. Tîma Haîtî piştî salên dirêj cara yekem e derket Cama Cîhanê.

Tîmên Amerîka û Australya, di Grûpa D de, wê rûbirûyî hev bibin. Herdu tîman jî di lîstikên xwe yên yekem de serkeftineke pir mezin bi dest xistibûn.

Di heman grûpê de, Tirkîyê û Paraguay jî wê li bajarê San Francisco bên pêşberî hev. Herdu tîman jî di lîstikên xwe yên yekem de binketin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG