Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Lîstikên Dawî yên Qonaxa 16'an: Messi û Salah li Dijî Hev in

Du lîstikên dawî yên Cama Cîhanê ji bo qonaxa 16'an îro Sêşemê tên lîstin.

Di lîstika yekem de tîma Arjentînê li bajarê Atlantayê li hember tîma Misirê dilîze. Di lîstika duyem de jî Swîsre li bajarê Vancouverê yê Kenedayê rûbirûyî tîma Kolombyayê dibe.

Tîmên ku di van herdu lîstikan de biserkevin, rasterast derbasî qonaxa 8'an dibin.

Lionel Messi û Mihemed Selah rûbirûyî hev dibin. Ev yekem car e ku herdu tîmên neteweyî, Arjantîn û Misir, di lîstikeke fermî de li hember hev dilîzin.

Ev yek dikare bibe lîstika dawî ya Messi di Cama Cîhanê de. Ji alîyê din ve, Selah alîkarîya tîma Misirê kir ku di dîroka xwe de herî zêde pêş de biçe û bigihêje vê qonaxa bilind. Ji bo her du stêrkan jî, ev şerekî dîrokî e.

Di lîstika din de Kolombîyayê piranîya lîstikên xwe yên grûpan birin û cîhek ji bo qonaxa 16'an misoger kir. Swîsre jî hewl dide ku ji sala 1954'an ve cara yekem bigihêje qonaxa 8'an.

This item is part of
XS
SM
MD
LG