Duh du tîmên Ewrupî, Norwec û Brîtanya di Cama Cîhanê ya 2026an de derbasî çaryeka fînalê.
Norwec, ku li hemberî Brezîlyayl lîst, 2-1 qezenc kir. Maç li Stadyûma MetLife pêkhat. Golparêzê Norwêcê Ørjan Nyland di nîvê yekem de penaltîyek girt. Paşê, Erling Haaland di 11 deqeyên dawî de du gol avêtin. Bi vê serkeftinê, Brezîlyaya ku pênc caran bûbû şampîyon ji qehremanîyê derket û Norwêc derbasî çaryeka fînalê bû.
Herwiha bi vê serkeftina li hemberî Brezîlyayê, Norwêc cara yekem di dîroka xwe de derbasî çaryeka fînalê bû.
Brîtanya li hemberî Meksîkayê lîst, ku Meksîkayê hemû maçên xwe yên di vê Cama Cîhanê de qezenc kiribûn. Jude Bellingham di nava 2 deqîqeyan de du gol avêtin û Harry Kane jî gola sêyem lê zêde kir. Di nîvê duyem ê maçê de, Brîtanyayê karteke sor jî girt.
Îro Duşemê Portûgal li hemberî Spanyayê dilîze. Ev herdu tîmên cîranên Ewropî li eyaleta Texasê rûbirûyî hev dibin.
Herwiha Amerîka li hemberî Belcîkayê dilîze. Tîma Amerîkayê îro li bajarê Seattle mêvandarîya Belcîkayê dike.
Herdu maç jî di qonaxa 16an de ne. Tîmên ku îro qezenc bikin, dê rasterast derbasî çaryeka fînalê bibin.