Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka ji bo Ewlekarîya Cama Cîhanê Amadekarîyan Didomîne

Dezgehên ewlekarîyê yên Amerîkayê ragihand ku ewê tîmên taybet û yên bersivdana krîzê li her 11 bajarên ku pêşwazîyê li lîstikên Cama Cîhanê dikin, belav bikin. Cama Cîhanê dê roja Pêncşemê, 11'ê Hezîranê, destpê bike.

Rêveberê Bîroya Vekolînên Federal (FBI) Kash Patel roja Yekşemê ragihand ku ji bo berevanîya lîstikvan, alîgir û mêvanan di her 39 rojên vê qehremanîyê de, ewê tîmên xwe yên taybet belav bikin. Di nav wan tîman de pisporên pûçkirina bombeyan, ên dronan û hêzên taybet ên SWAT hene.

Patel li ser platforma X'ê ragihand ku ev tîm ji bo vê qehremanîya herî mezin a dîroka Amerîkayê, bi mehan e perwerde û amadekarîyê dikin. Wî got: “Hêzên me bi tevahî amade ne û dikarin li her derê bersiva her bûyerekê bidin. Bila guman tune be: Em ji bo her rewşê amade ne.”

Ji tora 104 lîstikan, 78 lîstik dê li Amerîkayê werin lîstin. Rêveberê xebatên Cama Cîhanê yê Koşka Sipî, Andrew Giuliani, ji kanala Fox News re got ku berevanîya van lîstikan ji ber metirsîya dronan wekî birêvebirina "78 fînalên mezin ên Super Bowlê" ye. Super Bowl navê lîstika dawî ya lîga futbola Amerîkî ye.

Rêveberîya Esmangerîyê ya Amerîkayê (FAA) û FBI ragihand ku li nêzîkî cihên Cama Cîhanê firandina dronan qedexe ye, û kesên binpê bikin dê bi cezayê pereyan ê mezin, girtinê û desteserkirina dronan re rûbirû bimînin. Ev tedbîr ji bo ewlekarîya firok û mirovan e, bi taybetî li Stadyuma AT&T ya li Arlington, Teksasê ku 9 lîstik lê tên lîstin.

Li bajarê Atlantayê, ku dê pêşwazîyê li 8 lîstikan bike, FBI bêhtirî 18 meh in bi berpirsên bajêr re kar dike. Armanca wan ew e ku ewlekarîya hemû lîstik û alîgiran di dema vê qehremanîyê de biparêzin.

Şaredara Seattle Katie Wilson ji bo ewlekarîya dema lîstikan 22 kamerayên nû li dora stadyumê çalak dike.

FBI'ê herwiha hişyarî da alîgiran ku malperên sexte bilêtên derewîn difiroşin da ku agahîyên wan ên bankê bidizin. Ji bo berevanîya ji xapandinê, FBI dibêje ku li ser lînkên gumanbar bikar neyînin û ji bo kirîna bilêtan, herin ser malpera FIFA'yê.

Ji bilî Arlington û Atlantayê, bajarên din ên Amerîkayê ku lîstik lê tên lîstin ev in: Boston, Dallas, Houston, Kansas City, Los Angeles, Miami, New York/New Jersey, Philadelphia, San Francisco û Seattle.

This item is part of
XS
SM
MD
LG