Kambodia dilxweşiya xwe diyar kir bi pilana mûzexana Metropolitan a li New Yorkê bo vegerandina bêtirî ji 12 parçeyên şînewarên dîrokî ku hatibûn talankirin ji Kambodia û Tayland.
Ev berhemên dîrokî bi bazirgan û danhevekî berhemên hunerî ve girêdayî ne, ku ew hatiye tewanbarkirin bi karên sexte û qaçaxtiya paşamyên dîrokî ji başûrî rojhilatî Asiya ve.
Mûzexanê di roja Îniyê de ragîhand ku ew dê van paşmayên dîrokî vegerîne Kambodia û Taylandê, ji ber ku ew bi sextekarî û bi rêkên ne yasayî ji wan welatan hatine talankirin.
Wezareta çand û hunera Kambodî beyannameyek belavkir û dilxweşiya xwe diyar kiri û got ku ew bi hêvîne ku ev gavek erînê be ji bo pêvajoya vegrîna paşmayên wan yên dîrokî ku di dema şerê navxweyî de hatibûn talankirin.
Ev ne cara yekê ye ku paşmayên dîrokî yên Kambodî hatine naskirin û vegriyana Kambodiya , ku ew tev ser destê bazirgan û qaçaxçiyên şînewarên dîrok û hunerî Douglas Latchford ve hatibûn revandin.
Wekû ku diyar bû Douglas Latchford di sala 2019an ve hatibû tewanbarkirin bi karên qaçaxtiya ne rewayî ji welatên Asiya ve û bi taybetî Kambodiya di dema şerê wê de. Wî li sala 2022an wexera dawî kir.
jêder: AP