Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cameron Bang li Komarîyên Amerîka Dike ku Paketa bo Ukrayna Bipejirînin


Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron wê hefteya pêş here Amerîka û bang li sîyasetvanên Amerîkî bike ku paketa alîkarîyê ya jibo Ukrayna bipejirînin.

Serokê Civata Nûneran Mike Johnson yê Komarî paketa alîkarîyê ya 60 mîlyar dolarî ya jibo Ukrayna çend meh in disekinîne.

Cameron ji X’ê dîyar kir ku ewê bi Johnson re bicive û zextê li wî bike ku paketê bipejirîne.

‘’Brîtanya îsal diravên xwe yên jibo Ukrayna nîşan da, Yekîtîya Ewrupa (YE) jî wisa kir. Divê Amerîka jî wisa bike.’’

Wî got ku ewê here bi Johnson re bicive û ji wî re dîyar bike ku pêdivîya Ukrayna bi paketa alîkarîyê heye.

Cameron meha Sibatê bang li Komarîyan kiribû ku ‘’qelsîya ku salên 1930’î li hember Hitler hatiye nîşan dan nîşan nedin’’ û paketê bipejirînin.

Hin Komarîyên wê demê bang li Cameron kiribûn ku mudaxale li sîyaseta Amerîka neke.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG