Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cameron: Jibo Rizgarkirina Êzîdîyên Asemayî Planeke Navnetewî Heye


Serokwezîrê Brîtanya David Cameron dibêje, planake navnetewî di rê de ye ku bi hezaran Êzîdî û kêmanîyên din ku li çîyê ase mane, rizgar bike.

Birêz Cameron, jibo krîza civaka Êzîdî behnvedana xwe dawî anî û vegerîya London ku ligel şîretvanên xwe biaxife û rewşa awarte ya Êzîdîyan binirxîne.

Cameron daxwaza hîn parlemantarên ya operasyoneke leşkerî li Îraqê red kir. Lê, wî dîyar kir ku Brîtanya wlê roleke girîng di rizgarkirina sîvîlên asemayî bilîze.

Wekî tê zanîn, Amerîka berî çend rojan dest bi got avêtina alîkarîya mirovahî ji firokan kir, jibo bi hezaran kesên ku ji destê DAÎŞ revîne û xwe spartine Çîyayê Şengalê.

XS
SM
MD
LG