Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Keneda Soz Dide ku Rêkeftina Li gel Amerîka Pesend Bike


Wezîra derve ya Keneda Chrystia Freeland
Wezîra derve ya Keneda Chrystia Freeland

Wezîra derve ya Keneda Chrystia Freeland îro Şemiyê got wê Keneda bi lez rêkeftian nû ya Amerîka Bakur pesend bike.

Ev axaftin tê rojekê piştî ku Amerîka erê kir bacên gumrigê ji ser madeyên pola û Alumînyum ên Kenedî rake.

Serokê Amerîka Donald Trump di Adara sala 2018an de 25% bac danîn ser pola û 10% ser Alumînyum ên Keneda û Meksîkê.

Sepandina wan bacan bû sedem ku herdû welat jî pesendkirina rêkeftina bazirganiya nû di navbera Amerîka û Keneda û Meksîkê de pêş nekeve.

Freeland got ku ew di vê derbarê de gelekî zelal bûn û wan nikaribû rîkeftina nû NAFTA pesend bikin bê rakirina bacan ji ser pola û Alumînyom.

Cîgirê serokê Amerîka Mike Pence doh Înê gotibû ewê roja 30 mehê bi serokwezîrê Keneda Justin Trudeau re kom bibe ji bo gotûbêjkirina berferhiyên pesendkirina rêkeftina NAFTA.

XS
SM
MD
LG