Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kanada Dibêje Ew Piştgirîya Hewlên Amerîka Dijî Îraneke Navokî Dike

Serokwezîrê Kanadayê piştevanîya welatê xwe ya bihêz ji bo êrîşên Amerîkayê li ser Îranê nîşan da û got ku Tehran ne bernameya xwe ya navokî û ne jî piştgirîya bo komên mîlîtan rawestand.

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney got: "Kanada piştgirîyê dide Amerîayê di karê wê de ji bo nehêle Îran çekekî navokî bidest bixe û rê li ber rejîma Îranê bigire ku bêtir gefê li aştî û ewlekarîya navnetewî bike."

"Tevî hewldanên dîplomatîk jî, Îranê bernameya xwe ya navokî bi tevahî ji holê ranekir, hemû çalakîyên dewlemendkirinê ranewestand, ne jî piştgirîya xwe ya ji bo komên terorîst li herêmê bidawî kir."

Carney ku niha di serdaneke fermî de ye ji Mumbai ya Hindistanê ev daxuyanî da.

XS
SM
MD
LG