Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îran: Biryara Kanada ya Destnîşankirina IRGC Wek Rexistina Terorê 'Dijminahî' Ye


Dîmenek Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC), (2019, Arşîv)
Dîmenek Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC), (2019, Arşîv)

Tehranê îro Pencşemê biryara Kanada ya destnîşankirina Hêza Pasdarên Şoreşa Îslamî ya Îranê (IRGC) wek rêxistineke terorîstî bi tundî şermezar kir.

Kanadayê roja Çarşemê dîyar kir ku wê IRGC xistîye nava lîsteya xwe ya terorê, jiber "binpekirina mafên mirov" û "hewla bêaramîkirina sîstema navneteweyî ya ser bingeha rêgezan."

Herwiha Kanadayê ji welatîyên xwe yên li Îranê xwest ku wî welatî bicih bihêlin.

Nasir Kenanî, berdevkê Wezîrê Derve yê Îranê, bi daxuyanîyekê biryara Kanadayê wek gaveke "dijminahî" û " dijî pîvan û prensîpên pejirandî yên hiqûqa navneteweyî" binav kir.

"Ev gava bê berpirsîyarî û provokatîf berdewamîya wê rêgeha şaş e ku hikûmeta Kanadî di deh salên borî de dişopîne. Kiryarên Kanadayê wê ti bandorê li ser hêza rewa û rêgir ya Pasdarên Şoreşê neke," wî got.

Kenanî herwiha hişyarî da ku Tehran mafê xwe diparêze ku bersîva vê gava"siyasî û nerewa" bide.

Bi xistina IRGC lîsteya terorê, qedexe ye ku endamên Pasdarên Îranê têkevin nav Kanada û herwiha welatîyên Kanada nabe ku bi endam yan bi komê re ti cûreyeke têkilîyê çê bikin.

Herwiha, Ottowa dikare dest deyîne ser hemû hebûnên IRGC yan endamên wê li Kanada jî.

Biryara Kanadayê di demekê de hat ku navbera Ottawa û Tehranê têkilîyên fermî yên dîplomatîk ji 2012'an vir ve tune ne.

Kanada û hejmareke welatên din, li Dadgeha Dadê ya Navnetewî dijî Îranê doz vekirine, jiber xistina Firokeya Ukraynî ji alîyê IRGC sala 2020’an.

Di wê bûyerê 176 kesên di firokeyê de mirin ku di nav de 85 welatî û rûniştvanên domdar yên Kanadayê jî hebûn, ku wek sedemeke bingehîn ya biryara Kanada tê nirxandin.

Tehran dibêje ku firoke bi şaştî di êrîşa mûşekî de hate xistin.

Ottawa berî niha Hêza Qudsê, baskê operasyonên derve yên IRGC, xistibû nav lîsteya rêxistinên terorîst. Di 2022’an de jî li zêdetirî 10 hezar karbidestên Îranî ketina nava Kanada bi domdarî qedexe kiribû, di nav wan de endamên komê jî hebûn.

Amerîkayê di Nîsana 2019’an de IRGC xistibû lîsteya terorê ya biyanî.

Di destpêka vê mehê de, Yekîtîya Ewrupa (YE) jî dijî Pasdaran tole ragihand, bi sedema ku ji Rûsya û hevbendên wê yên li Rojhilata Navîn re dron peyda kirine.

Jêder: AFP

XS
SM
MD
LG