Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Opozîsyona Kanada ji Hikûmetê Dixwaze ku Çekên bo Kurdan Bişîne Ukrayna


캐나다 오타와의 연방의회 건물 (자료사진)
캐나다 오타와의 연방의회 건물 (자료사진)

Partîya Konservatîf ya Kanada daxwaz ji hikûmeta Kanadî dike ku çekên bo şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) biçûna Kurdên Îraqê, bişîne Ukrayna.

Hikûmeta Trudeau berî 15 mehan ragihandibû ku ewê wek beşeke rola Kanadî ya nav koalîsyona dijî DAIŞ’ê, çekên wek tiving, sîlahên otomatîk, hawanên sivik, destpekerên narîncokan û roketên antî-tank bişîne Kurdên Îraqê.

Lê, şandina wan çekan bi sedema nepejirandina hikûmeta Bexda dereng katibû. Dîsa, nebûna mekanîzmaya misogerkirina neketina wan çekan di destê komên din yên çekdar de, şandina çekan egle kiribû.

Dû re, dema hemê peyvajoya pêdivî temam bûbû, wê carê jî hêzên Îraqî û yên Kurdî jiber referanduma serxwebûnê şerê hev dikirin.

"Şûna ku bihêlin ew sîlah li amberekê birizin, em wan bidin destê kesên ku feyda ji wan bigirin. Tundîya li Ukrayna bi hatina buharê hîn zêde bûye," berpirsê karên berevanî yê Partîya Konservatîf James Bezan got.

XS
SM
MD
LG