Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Avahiyê Parlemana Afrîqa Başûr li Cape Town Rastî Şewatek Mezin Tê


derketina şewatê li avahiyê parlemana Afrîqa Başûr li Cape Town, Çile 2, 2022.

Şewateke mezin îro Yekşemê li navenda parlemana Afrîkaya Başûr li Cape Town derket û têbara dûmanê ya mezin ber bi esmanî ve bilind bû û bo gefek li ser avahiyê Civata Niştimanî jî.

Tê bawer kirin ku şewat li yek ji avahiyên kevin yên li komelgeha parlamentoyê derketbû û ji wê derê dest pê kir, û li dorên Katêdraya ku sembola dijî regezperistiya li Afrîqa Başûr (antî-apartheîdê) qeşe Desmond Tutu çend demjimêran berî wê hatibû veşartin, dorpêçeke ewlekariyê ya bihêz pêkhat.

Peyvdarê Xizmetkariyên Lezgîn yê bajêr ji ajansa AFP'ê re got, "serban şewitiye û avahiyê Meclîsa Neteweyî jî dişewite." Peyvdar dîsan got, "Agir nayê kontrolkirin û şikestin di dîwarên avahiyê de çêbûne."

Hate zanîn ku tu ziyan negihiştiye tu kesî û hê jî sedema derketina agir nehatiye zanîn.

Xizmetkariya Hewarçûnê got, "agir niha li qata sêyem e, raportên destpêkê diyar dikin ku ew ji cihê nivîsgehê dest pê kiriye û ber bi salona werzîşê ve belav dibe". Şewat roja Yekşemêdi demjimêr 03.00 serê sibê de li avahiya berê ya parlementoyê derketîye.

Li gorî raportvanê Ajanasa Nşçeyan ya Fransî (AFP) ku lili cihê bûyerê bû dibêje, danê sibehê agir û dûman li ser avahî xuya bûye.

Rûniştvanên paytext Cape Town ê bi xemgînî zû wêneyên şewatê li ser Twitterê parve kirin.

Xizmetkariyên Hewarçûnê ditirsin ku agir bi lez li odeyên kevin, yên ku bi xalîçe û perdeyên stûr hatine xemilandin, belav bibe.

Agir bi Avahiyê Parlemana Afrîqa Başûr Ket
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:53 0:00

Şîroveyan bibîne

XS
SM
MD
LG