Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Katalonya Yê ji Kar Dûrxistî Naxwaze li Dadgeha Madrîd Amade Bibe


Carles Puigdemont
Carles Puigdemont

Parêzerê Carles Puigdemont serokê Katalonya yê ji kar dûrxistî, roja Çarşemê bo Katalonya TV ragihand ku, Puigdemont daxwaza dadgeha Madrîd red dike û ewê roja Pênşemê li hember dadgehê amade nebe, parêzer herwiha dibêje, Puigdemont baş dibîne ku, ew ji aliyê Belcîka ve bihê daxwaz kirin.

Parêzerê Puigdemont, yê Belcîkî, Paul Bekaert bo TV gotiye, muwekilê wî li Madrîd amade nabe, wî pêşniyar kirîye ku, ew ji aliyê Belcîka ve bihê bang kirin.

Ji roja Duşemê heta niha serokê cûdaxwaz yê Katalonya Carles Puigdemont hatiye Belcîka, li Buksel paytexta wî welatî dimîne, hikûmeta Madrîd daxwazê ji Puigdemont û 13 endamên hikûmeta Katalonî dike da ku, li hember dadgeha dewleta Îspanya li Madrîd amade bibin, piştî ku ew bi hewildanên cûdaxwaziyê hatine tawanbar kirin.

XS
SM
MD
LG