Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Cejna Çarşema Sor Pîroz Be


Êzîdîyan dest bi pîrozkirina Çarşema Sor kir.

Di çand û jîyana civata Êzîdîyan de Çarşema Sor xwedî cîhekî pir girîng e.

Li gor bawerîya ola Ezîdî cîhan di vê rojê de çêbûye û Tawusê Melek ji esmên daketiye, hatiye erdê.

Di vê rojê de roj tîna xwe zêdetir dike, dar û ber, çol û çîya bi kulîlkan dixemilin.

Em jî cejna Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî û li tevahîya Kurdan pîroz dikin û hêvî dikin ku her roja wan wisa bi şahî û serfirazî be.

XS
SM
MD
LG