Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ashton Carter Serdana Hewlêrê Dike


Ashton Carter Wezîrê Bervaniya Amerîka li gel Qubad Talebanî li Firokxana Hewlêr
Ashton Carter Wezîrê Bervaniya Amerîka li gel Qubad Talebanî li Firokxana Hewlêr

Ashton Carter Wezîrê bervaniya Amerîka îro roja Pênşemê 17ê mehê serdana Hewlêr kir, Carter li firokxana Hewlêr ya navnetewî li gel şêwirmend û berpirsên leşkerî yên Amerîka civîn encam dan, piştre ew û Mesûd Barzanî serokê Herêma Kurdistanê hatin bahev.

Li Firokxanê Qubad Talebanî Cêgirê serok Hikûmetê Herêma Kurdistanê(HHK) li pêşwaziya wî bû, şûnde Karter û serokê herêma kurdistanê Mesûd Barzanî civîn pêk anîn, di serdana xwe de Carter beşdariya pêşmergan di şerê li dij Daişê de beriz nirxand.

Çavdêran bo pişka kurdî ya Dengê Amerîka dan xweyakirin ku, pirsên weke: şêwirîna bi berpirsên herêmî, jibo xurt kirina tevgerek leşkerî li dij çekdarên Daişê, rizgarkirina bajarê Mosil û hatina leşkerê Tirk bo nav axa îraqê mijarên sereke yên vê sernada Karter in.

Ev cara dûyane, Ashton Carter wezîrê berevaniya Amerîka di demek kin de sedana herêma Kurdistanê dike, Nûçegihanê pişka Kurdî ya Dengê Amerîka li Hewlêr Ehmed Zêbarî ev raport amadekiriye.

Temamiya raportê di fayla Deng de heye.

Serdana Ashton Carter bo Hewlêr
please wait

No media source currently available

0:00 0:02:25 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG