Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê yê Amerîka Carter Bo Mirina Hevjîna Xwe Rosalynn Çi Got?


Jimmy Carter û Rosalynn Carter
Jimmy Carter û Rosalynn Carter

Li gorî Navenda Carter, xanima Yekê ya berê ya Amerîka Rosalynn Carter Yekşema borî di temenê 96 salî de koça dawî kir.

Serokê berê yê Amerîka Jimmy Carter roja Yekşemê di daxuyaniyekê de got, "Di her tiştê ku min bidest xistî de, ez û Rosalynn şerîkên wekhev bûn."

"Gava ku ez hewcedarî wê dibûm, wê rêbertî û wêrekî didan min. Heya ku Rosalynn di jiyanê de bû, min her gav dizanibû ku keseke ji min hez dike û piştevniya min dike."

Di sala 2015'an de, dema ku nexweşiya penceşêra mejî ya serokê berê yê Amerîka yê 39'an Jimmy Carter hat destnîşan kirin, jê hat pirsîn ku ew bi kîjan serkeftinê serbilind e? Wî bêyî dudilî got, pêkanîna hevjînyê ya bi Rosalynn re ye "Ev lûtkeya jiyana min e.”

Têkiliya Rosalynn û Jimmy Carter li ser bingeha evîneke rasteqîn bû, ku gelek behsa çîroka evînî û hevkariya rastîn ya her duyan tê kirin.

Navenda Carter derengiya şeva Yekşemê bernameya merasîma oxirkirina Rosalynn weşand û nîşan da ka gel çawa û kengî dikare cenazeya wê bibînin, xatir jê bixwaze û rêzgirtinê lê bike.

Li gorî bernameyê, merasîm dê roja Duşemê, 27'ê Mijdarê, heta Çarşemê, 29'ê Mijdarê, li Atlanta û Sumter County, li wîlayeta Georgia berdewam bike.

Jimmy Carter yê ku niha temenê wî 99 sal e û Rosalynn ku 96 salî bû, 7'ê Tîrmeha sala 1946'an li dêra Plains Methodist zewicîbûn.

Jimmy û Rosalynn çîroka evînek serkeftî ya 77 salan dirêj heye, di her qonaxeke jiyana wan de rola Rosalynn di serkeftina Carter de hebûye, her ji dema hilbijartina Carter weke senatorê wîlayeta Georgia sala 1961'ê heta ku bûye serokê Amerîka.

Dema sala 1977'an, Jimmy Carter, weke 39'emîn serokê Amerîka hat hilbijartin, Rosalynn di dema sonda serokatiyê de li kêleka wî bû.

Di salên dawî Jimmy carter û xanima yekê ya berê Rosalynn bi rêya Navenda Carter, gelek karên xêrxwazî pêşkeşî kesên pêdivî kirine û beşdarî di avakirina xaniyan de kirin ji bo kesên dahatê wan kêm e, yan jî yên ku rastî felaketên xwezayî hatine alîkarî pêşkeş dikirin.

XS
SM
MD
LG