Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter got, Amerîka jibo bêbandorkirina êrîşkarîya Rûsya li Ukrayna, wê rêbazên leşkerî û neleşkerî kar bîne.
Carter ew daxuyanîyên xwe, berî here Estonya û ligel hevtayên xwe yên Estonî, Letonî û Lîtvanî biaxife, do Duşemê li Berlînê dan.
Carter got, Amerîka wê destek bide hêzên operasyonên taybet, îstixbarat û alîkarîyên din yên pêdivî bide, bo damezrandina hêzeke nû ya bersîvdanê ku hember êrîşkarîya Rûsya.
Carter, li ber e roja Çarşemê û Pêncşemê li Brukselê li ser krîza Ukrayna û helwesta Rûsya ya ser Nîvgrava Qirim û alîkarîya wê ya bo cudaxwazên Ukraynî danûstandinan bike.