Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Carter: Amerîka û Rûsya Ser Êrîşên Esmanî li Rûsya Kom Bûn


Wezîrê Berevanî yê Amerîka Ash Carter do Sêşemê ji rojnamevanan re got ku Amerîka û Rûsya, hefteya borî li ser daxwaza Moskowê kom bûn ku êrîşên dijî DAIŞ kordîne bikin.

Carter li ser pirseke ser derbazbûna firokên Rûsî di nav qada esmanî ya Tirkîyê de, red kir ku şîroveyan bike û got ew mijar do kombûna weîzêrên berevanî yên NATO ya roja Pêncşemê de bi firehî were nirxandin.

Senatorê Amerîkî John McCain jî di televîzyona Alhurra de nerazîbûna xwe li ser danûstandinên navbera Amerîka û Rûsya nîşan da.

McCain got ku binpêkirina qada esmanî ya Tirkîyê ji alîyê firokên Rûsya ve kêşeyeke pir mezin e û sistbûna sîyaseta rêvebirîya Obama di vê yekê de karîger e.

McCain ku demeke e dirêj e berevanîya şandina hêzên bejeyî li dijî DAIŞê dike, rexne li bersîvdana Carter û karbidestên din yên rêvebirîyê kir û got “herkes dizane ku Rûsya li Sûrîyê bi ser dikeve.”

XS
SM
MD
LG