Senatorê Komarî Bill Cassidy dîyar kir ku ger partîya wî bo hilbijartinên Kongresê û yên seroktîyê bala xwe bide ser Serokê berê Donald Trump ewê têk biçe.
Bill Cassidy di nav Komarîyan de wek senatorekî nermrê tê nas kirin.
Di darizandina Trump ya duyê de, 7 senatorên Komarî ser sûcdar bûna wî deng dabûn û Cassidy yek ji wan bû.
Cassidy ji CNN'ê re dîyar kir ku ger ew şexsekî pir mezin bikin ewê têk biçin û da zanîn ku encama hilbijartinên borî bi awayekî eşkere vê yekê dibêje.
Wî da zanîn ku ew bawer nake ku Trump bo hilbijartinên 2024’an bibe berbijarê Partîya Komarî û got ku sedema vê jî temenê wî û daxwazên hilbijêran e.