Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rêberên Cudaxwaz yên Katalonî Dawî li Greva Xwebirçîkirinê Tînin


Çar rêberên cudaxwaz yên Katalonî, ku jiber referanduma serxwebûnê ji Cotmeha 2017'an vir ve li zindanê ne, îro Pêncşemê ragihand ku ew dawî li greva xwebirçîkirinê dikin.

“Îro, piştî 20 rojan, em dawî li greva xwe ya birçîmayînê tînin,” daxuyanîya rêberên Katalonî Jordi Turull, Josep Rull, Jordi Sanchez û Joaquim Forn got.

Li Katalonya, di 1’ê Cotmeha 2017’an de referanduma serxwebûnê çêbûbû û rêvebirîyê di 27’ê Cotmehê de serxwebûn ragihandibû.

Dadgeha Qanûna Bingehîn ya Îspanya dîyar kiribû ku referandum dijî qanûnan e û hikûmeta Madrîdê dest danîbû ser rêvebirîya Katalonya.

XS
SM
MD
LG