Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Ispaniya: Emê li Dij Cûdabûna Kataloniya Rawestin


Roja Sêşemê Serokwezîrê Ispaniya Mariano Rajoy, sozda ew li hember hewildanên cûdaxwazan liberxwe bidin û nehêlin pêşniyar biryara serxwebûna Kataloniya di parlemanî de, bigihe armancê.

Di peyameke zindî, di TV ya Dewletê de, Serokwezîr got" ev hewildaneke provokative, li dij destûr û heza piraniya gelê Kataloniya, li dij demokrasiya gelê Ispaniyaye, Rajoy herweha got, yên dixwazin Kataloniya ji Ispaniya cûdabikin, ewê negihin armancê".

Ispaniya- Herêma kataloniya
Ispaniya- Herêma kataloniya

Reaksiona hikûmeta Ispanî piştî wê yekê hat, dema roja sêşemî hevalbendên cûdabûna kataloniya bi serokatiya Artur Mas ya xwedî 72 kûrsiyan dest bi kampaniya bi navê (Bihevre karkirin jibo ERÊ) kirîye, partiya çep ya radîkal (CUP) ya ku xwedî 10 kûrsiyên Parlemanîye, destek daye hevbendên Serxwebûna Kataloniya.

Di Pêşniyara hevpeymaniya serxwebûnê de hatiye divê, di 30 rojan de, Parlemana herêmî ya li Barşelona ku niha paytexta herêma Katalonîya ye, biryarê bide jibo ew destûra xwe ya taybet darêjin, sîstema civakî û xezîna xwe ava bikin, ewê di vî warî de, girêdayî hîç biryareke dadgeha destûrî û hikûmeta Madridê nebin.

Kataloniya herêmeke dikeve bakûrê rojhilatê Ispaniya, şêniyên wê 7.5 Milion kesin, herêma herî zengîn û xwedî ekonomiyek başe li welatê Ispaniya, xelkê wê şanaziyê bi ziman û kultura xwe ya cûda dikin.

XS
SM
MD
LG