Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Îspanya Gefa Hilweşandina Otonomîya Katalonya Dike


Hikûmeta navendî ya Îspanî îro Pêncşemê ragihand ku ger rêberê Katalonya serxwebûnê ragihîne, ewê otonomîya wê herêmê bicemidîne û desthilata wê jî rasterast bîne bin kontrola xwe.

Ji sala dawîya 1970’an ku hîngê Îspanya derbazî demokrasî bûbû, cara yekê ye ku hikûmeta navendî gefa hilweşîna otonomîya Katalonya dike.

Serokwezîrê Îspanî Mariano Rajoy got ku ewê roja Şemîyê kabîneya xwe bicivîne ku li ser wê mijarê gotûbêjan bike.

Opozîsyona sosyalîst piştevanîya xwe ji hikûmetê re ragihand, lê dibêje ku divê pêngavên hikûmetê demkî û sînorkirî bin.

Serokê Katalonî Carles Puigdemont muhleta hikûmeta Madrîdê piştguh kir û gefa bi fermî ragihandina serxwebûnê kir.

XS
SM
MD
LG