Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Puigdemont: Referandumê Mafê Serxwebûnê Da, Lê Pêşî Dîyalogê ligel Madrîdê Dixwazin


Carles Puigdemont
Carles Puigdemont

Serokê Katalonya Carles Puigdemont îro di rûniştineke taybet ya parlemana Katalonî de dîyar kir ku referandum mafê serxwebûnê daye wan.

Puigdemont got ku ew ewê daxwaza referandumê bi cîh bînin, lê ragihandina serxwebûna Katalonya bo çend hefteyan paş bixin da ku dîyalog bi Îspanya re pêk were.

Di referanduma hefteya borî de 90 ji sedê kesên beşdarbûyî xwest ku ji Îspanya cihê bin, lê dijberên wî îdia kiribû ku ew hejmar rastî nîşan nade jiber ku pir kes ew referandum boykot kiribû.

Herêma Katalonya li bakurê rojhilata Îspanya cîh digire û xwedîyê çand û zimanekî taybet e. Li wê herêmê 7.5 mîlyon kes dijîn û bîst ji sedê ekonomîya Îspanya ji Katalonya pêk tê.

XS
SM
MD
LG