Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Çavdêrên NY li Ber in Biçin Sûrîyê


Biryar e tîmek ji pênc çavdêrên Neteweyên Yekbûyî roja Yekşemê bigihêjin Sûrîyê, weku destpêk bo pêkanîna plan aştîyê ya Kofî Annan. Piştî karê tîmê destpê bike, çaverê tê kirin 25 çavdêrên din li wan zêde bibe ku reng e bi demê re jimara wan bigihêje 250 kesî.

Di hevpeyvîna ligel Dengê Amerîka de, Birêz Xidir Ebdulkerîm, endamê serbixwe yê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê, dibêje ev tîma NY bêkêr e ji ber ku ti desthilat û hêz di dest wê de tune ye.

Birêz Ebdulkerîm her wiha dide zanîn ku rejîma Sûrîyê tucarî naxwaze plana Kofî Annan bicîbîne, çûnkî pêkanîna vê planê dê bibe egera ketina rejîmê.

Jibo guhdarîkirina dirêjahîya vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî li destê rastê klîk bikin.

XS
SM
MD
LG